Îsraîlê êrişî başûrê Lubnanê kir

Artêşa Îsraîlê êrişî gelek bajarokên başûrê Lubnanê kir.

Îsraîlê êrişî başûrê Lubnanê kir
10 îlon, 2024   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Ragihandinê ya Nîştimanî ya Lubnanê ragihand ku artêşa Îsraîlê duh piştî nîvê şevê, bajarokê El Xeyam, Naqûra û dora wê, bajarokên Hemûl û Çiya Liyona û bajarê Îta yên başûrê Lubnanê bombebaran kirine. 

Di encamê de zirar li mal û milkên şêniyan, binesaziya kehrebeyê û avê bûye.

Artêşa Îsraîlê bombeyên şewqê avêtine asîmanê gundên ser sînorên xeta şîn ku ji aliyê NY`yê ve sala 2000`î hatiye diyarkirin û li gorî wê hêzên Îsraîlê ji Lubnanê vekişîbûn.

(şx)