Îsraîlê Dêr Belehê bombebaran kir: 2 kes mirin

Hate ragihandin ku di êrişa Îsraîlê ya li ser devera Dêr Belehê ya Xezayê de 2 kes mirin. NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê Dêr Belehê bombebaran kir: 2 kes mirin
30 tebax, 2026   17:46

Berprisên qada tenduristiyê ya Xezayê ragihandin ku artêşa Îsraîlê nêzî firina bajarê Dêr Belehê ya naverasta Xezayê bombebaran kir, di encamê de zarokek bi navê Teym Hemdan ê 3 salî û kesek bi navê Hûsam Nisêr jiyana xwe ji dest da.

Artêşa Îsraîlê li ser mijarê îdia kir ku wê çekdarekî Hemasê kiriye hedef ku êrişî li dijî hêzên Îsraîl û sivîlan pêk dinaî.

Hemasê der barê van îdiayan de tu daxuyanî neda.

(bb)