Îranê prosedûrên derbasbûna di Hurmuzê re giran kirin

Ajansa Nûçeyan a Mehr ragihand ku Îranê prosedûrên veguhestinê li Tengava Hurmuzê giran kirine û bi îdiaya binpêkirina prosedûrên pejirandî hefteya borî rê neda 30 keştî derbas bibin.

Îranê prosedûrên derbasbûna di Hurmuzê re giran kirin
30 tebax, 2026   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Mehr a Îranê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyek berpirs îro ragihand ku trafîka deryayî û bazirganî li Tengava Hurmuzê hema bêje sekinî ye. Ajansê destnîşan kir ku derbasbûna di tengavê re niha bi rêya ku ji hêla Îranê ve hatî destnîşankirin, bi hevrêziya rayedaran û piştî dayîna xercên pêwîst, sînordar e.

Çavkanî da zanîn ku hêzên çekdar ên Îranê, bi îdiaya binpêkirina prosedûrên pejirandî, hefteya borî rê neda ku 30 keştî di tengavê re derbas bibin.

Çavkanî anî ziman ku raporên der barê rakirina mayînan ji Tengava Hurmuzê derewandin û got Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tu belgeyên ku van îdiayan piştrast dikin, pêşkêş nekirine.

(f)