Zelensky: Hejmara kuştiyên êrişa li ser Kîevê bû 38

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku hejmara kuştiyên êrişa Rûsyayê ya li ser depoyeke cebilxaneyê ya li Kîevê gihîştiye 38‘an û 4 kes winda ne.

Zelensky: Hejmara kuştiyên êrişa li ser Kîevê bû 38
30 tebax, 2026   18:50
NAVENDA NÛÇEYAM

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di daxuyaniyekê de ku li ser medya dîjîtal weşandiye got, hejmara kuştiyên êrişa Rûsyayê ya li ser depoyeke cebilxaneyê ya li herêma Kîevê gihîştiye 38‘an û çar kes hîna winda ne.

 Zelensky anî ziman ku tîmên agirkujiyê piraniya agiran vemirandin û hewldanên paqijkirinê li herêmê didomînin. Her wiha destnîşan kir ku Rûsya di êrişên xwe yê hefteya borî de derdora 2 hezar dron, hezar û 600 bombeyên hewayî û 31 mûşek (di nav de yên balistîk) bi kar anîn.

Volodymyr Zelensky êrişa êvara înê ya li ser Kîevê wekî ya herî bi xwîn ji destpêka îsal ve nirxand û got, Moskov di du rojên dawîn de êrişên xwe li ser Kîêvê giran kirin.

(bb)