Îsraîlê başûrê Beyrûtê bombebaran kir

Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê aşkera kirin ku Îsraîlê di êrişa xwe ya li başûrê Beyrûtê de berpirsekî payebilind ê Hizbullah hedef girtiye.

Îsraîlê başûrê Beyrûtê bombebaran kir
20 îlon, 2024   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li dijî baregeha Hizbullah a Lubnanê li başûrê Beyrûtê êrişeke hewayî pêk aniye. Çavkaniyeke ewlekariyê ya Lubnanê jî ev agahî piştrast kir.

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê ragihandin ku di êrişê de rayedarekî payebilind a Hizbullahê Lubnanê hatiye hedefgirtin.

Êrişên Îsraîlê û yên Hizbullahê yên li dijî hev du û tevgera balafirên keşfê û dron li asîmanê herêmê berdewam in.

Desteya Radyoyê ya Giştî ya Îsraîlê (Radyo Kan) ragihand ku nêzî 150 moşek ji Lubnanê hatiye avêtin.

Hizbullahê Lubnanê jî ragihand ku wê 7 êrişên cuda bi moşekên katyoşa navendên Îsraîlê bombebaran kiriye.

Wezîrê berevaniyê yê Îsraîlê Yoav Galant jî diyar kiribû ku Îsraîl derbasî qonaxeke nû ya şer bûye ku tê de metirsiyên mezin hene.

Sekreterê giştî yê Hizbullahê Lubnanê Hesen Nesrellah got ku Îsraîl wê nikaribe niştecihên bakur vegerîne û Hizbullah hêvî dike hêzên Îsraîlê derbasî başûrê Lubnanê bibin ji ber ku ew ê bibe derfeteke dîrokî ya têkbirina wê.

(mh)