Di êrişa Îsraîlê li Sûriyeyê de fermandarekî Hizbullahê Iraqê hate kuştin

Hizbullahê Iraqê ragihand ku di êrişa Îsraîlê li ser rêya balafirxaneya navneteweyî ya Şamê de fermandarekî wê hatiye kuştin.

Di êrişa Îsraîlê li Sûriyeyê de fermandarekî Hizbullahê Iraqê hate kuştin
20 îlon, 2024   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Ketaêb Hizbullahê Iraqê bi daxuyaiyekê aşkera kir ku fermandarê wê Ebû  Heyder El Xefacî di êrişa Îsraîlê ya li dijî erebeya wî li ser rêya balafirxaneya navneteweyî ya Şamê de hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniyê El Xefacî şêwirmendê ewlehiyê yê Hizbullah li Şamê ye.

Dezgehên çapemeniyê ragihandibûn ku di êrişa Îsraîlê ya li ser rêya balafirxaneya navneteweyî ya Şamê de kesek hatiye kuştin û yek din jî birîndar bûye.

(şx)