Îsraîl dê 602 girtiyên filistînî berde

Saziyeke civakî ya sivîl a Filistînê ragihand ku Îsraîl dê 602 girtiyên filistînî li beramberî 6 girtiyên Îsraîlê berde.

Îsraîl dê 602 girtiyên filistînî berde
22 sibat, 2025   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di çarçoveya agirbesta Hemas û Îsraîlê de, berdana dîlgirtiyan dewam dike.

Berdevkê saziya civakî ya sivîl a bi navê Klûba Girtiyên Filistînî Amani Sarahneh ji AFP’ê re diyar kir ku ji 602 dîlgirtiyên dê bên berdan, 445 ji Xezayê ne.

HEMAS DÊ 6 DÎLGIRTIYÊN ÎSRAÎLÎ BERDE

Baskê çekdarî yê Hemasê jî ragihand ku di çarçoveya agirbestê de, dê îro li Xezayê 6 dîlgirtiyan radestî Îsraîlê bikin.