MSF: Li Sûdanê ji ber ava qirêjî 24 kes mirin

Li başûrê Sûdanê ji ber nexweşiyekê ku bi rêya ava qirêjî belav bûye, bi kêmanî 24 kes mirin û zêdetirî 800 kesên din rakirin nexweşxaneyan.

MSF: Li Sûdanê ji ber ava qirêjî 24 kes mirin
22 sibat, 2025   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) aşkera kir ku di nava 3 rojên dawîn de li eyaleta Nîla Spî ya başûrê Sûdanê ji ber nexweşiyekê herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest daye û zêdetirî 800 kes jî rakirine nexweşxaneyê. MSF’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev nexweşî ji ber ava qirêjî belav bûye.

MSF’ê ragihand ku piştî êrişa bi balafirên bêmirov a li ser stasyona Um Debaker a hilberandina ceyranê (278 km li başûrê Xertûmê) û gihaştina ava vexwarinê bo bajarê Kostî yê eyaleta Nîla Spî asteng bû.

Li gorî MSF’ê, çavkaniya herî muhtemel a nexweşiyê çem e û da zanîn ku "Piştî qutbûna ceyranê li herêmê gelek malbat av bi rêya erebeyên keran kişandin. Ji ber vê yekê dibe ku çavkaniya herî nêzîk a belavbûna vê nexweşiyê jî ev be."

Desthilata Sûdanê di wê demê de birina avê ji çem qedexe kiribû ku xwest klor bi awayekî zêdetir di sîstema belavkirina avê de were bikaranîn. Desthilatê wekî tedbîr piraniya xwaringehan jî girtin.

MSF’ê da zanaîn ku navenda tenduristiyê ya kolerayê ya nexweşxaneya Kostiyê bi nexweşên navçûna zêde, zuhabûn û vereşînê tijî bûye.

Dr. Francis Layo Okan ku endamekî MSF’ê yê li Kostî ye, got rewş bi rastî metirsîdar e û dike ji kontrolê derkeve.

Li gorî MSF’ê di navbera çarşem û înê de 800 nexweş hatin navenda tenduristiyê ya kolerayê.

(bb)