Îsraîl amadekariya derbekirina tesîsên nukleerî yên Îranê dike
Li gorî agahiyên îstixbaratî yên Amerîkayê, nakokiyên di navbera Îsraîl û Îranê de kûr bûne û gengaziya rûdana şerekî leşkerî yê nêzîk zêde bûye. Toreke Amerîkayê ku xwe spartiye çavkaniyan ragihand ku Til Avîv amadekariyên derbekirina tesîsên nukleerî yên Îranê dike.

Tora (CNN) a Amerîkayê ku agahiyên xwe spartine rayedarên Amerîkayê diyar kir ku Amerîkayê agahiyên îstixbaratî yên nû bi dest xistine, ku Îsraîl amadekariya pêkanîna êrişên dijî tesîsên nukleerî yên Îranê dike.
Torê anî ziman ku hîna nehatiey zelalkirin ku ka rayedarên Îsraîlê biryara dawîn daye yan na û destnîşan kir ku di nava hikumeta Amerîkayê de cûdahiyek di nêrînan de heye, ka gelo wê Îsraîl di dawiyê de biryar bidin ku êrîşan pêk bînin an na.
Çavkaniyekî ku agahiyên spartine raporên îstîxbaratî yên Amerîkayê ji CNN’ê re got gengaziya êrişên Îsraîlê li dijî tesîsên nukleerî yên Îranê di çend mehên borî de pir zêde bûye.
Çavkanî diyar kir ku gengaziya êrişê wê zêdetir be, ger Amerîkayê bi Îranê re lihevkirinekê bike, ku ji Tehranê nexwaze hemû xwe hemû uranyumê xelas bike.
Rêveberiya serokê Donald Trump bi Îranê der barê bernameya wê ya nukleerî dan û standinan pêk tîne ku bigihînin lihevkirinekê.
CNN’ê diyar kir ku agahiyên îstîxbaratî yên nû li ser bingeha peywendiyên aşkera û axaftinên taybet bi rayedarên payebilind ên Îsraîlê re û çavdêriya tevgerên leşkerî yên Îsraîlê bûn, nîşan didin ku wê di demeke nêz de êriş bikin.
Li gorî CNN’ê ku spartiye çavkaniyan, ji nav amadekariyên leşkerî yên ku Amerîkayê şopandine, veguhastina cebilxaneyên asîmanî û temamkirina tetbîqatên asîmanî ne.
(mh/fr)