Di Konseya Ewlehiyê de daxwaza hevkariya di navbera Şam û QSD'ê hat kirin

Bi ragihandina Washingtonê ya rakirina cezayan ji Sûriyeyê re, di Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî de xîtaba navneteweyî ya ji bo Sûriyeyê şahidê guherînekê bû. Di rûniştinê de dosyaya hevkariya di navbera desthilata Şamê û QSD’ê de ya der barê ewlehiya girtîgehên DAIŞ’ê de derket pêş.

Di Konseya Ewlehiyê de daxwaza hevkariya di navbera Şam û QSD'ê hat kirin
21 gulan, 2025   22:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Amerîkayê yê di Neteweyên Yekbûyî (NY) de, di Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî de got Amerîkayê bi desthilata Şamê re dest bi vegerandina têkiliyên dîplomasî kiriye û diyar kir ku ew dixwaze fînanseyên nû bikişîne, ku aboriya Sûriyeyê ji nû ve ava bike. Washingtonê anî ziman ku "Tedbîrên hikumeta Sûriyeyê yên heta niha, dikarin hêviyên wan ên ku dê piştre werin, bilind bikin."

Nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diyar kir ku serok Donald Trump "Ji bo gelê Sûriyeyê ceza ji ser Sûriyeyê rakir" û bang li desthilata Şamê kir ku bi Îsraîlê re peymana aştiyê îmze bike, çekdarên biyanî û serkirdeyên komên Filistinî ji nav xwe derxe.

Nûnerê Amerîkayê anî ziman ku divê desthilata Şamê di dosyaya parastina girtîgehên DAIŞ’ê de bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di nav koordînakirinê de be û banga wêrankirina depoya çekên kîmyewî kir û got, "Trump dixwaza alîkariya Sûriyeyê bike û wê Sûriyeyê vegere û bibe hêmaneke aktîv di navneteweyî de."

Nûnerê Brîtanyayê jî pêşbîniya welatê xwe ji bo rewşa li Sûriyeyê anî ziman û ji Îsraîlê xwest ku rêzê li hember serweriya Sûriyeyê bike, her wiha aşkera kir ku London ji bo piştgiriya hikumeta Sûriyeyê ku siberoja wê geş bibe, amade ye.

Nûnerê Fransayê destnîşan kir ku "Ji bo ku Parîs teqez bike piştgiriyê dide Sûriyeyê Ehmed El Şeri pêşwaz kir" û ji 2011'an ve Yekitiya Ewropayê (YE) li kêleka Sûriyeyê sekiniye û bang li cîhanê kir ku destekê bide Sûriyeyê û binpêkirinên Îsraîlê rawestîne.

Nûnerê Navneteweyî ya ji bo Sûriyeyê Gier Pedersen jî got, "Peymana di navbera QSD û hikumeta pêvajoya veguhêz firseteke dîrokî ye", her wiha daxwaza xwe ya piştgiriya Sûriyeyê di vê qonaxê de û sekna li dijî xîtaba tehrîdkirinê, parastina tevjiyanê û yekitiya hundirîn dubare kir.

Pedersen banga piştgiriya Sûriyeyê di vê qonaxa demkî de, pêşîgirtina li provakasyonê û parastina hevgirtina hundirîn kir.

Pedersen der barê rakirina cezayan de got ku ev derfeteke dîrokî dide gelê Sûriyeyê û banga reformên aborî yên berfireh bi piştgiriya navneteweyî kir.

Rûsyayê jî diyar kir ku ew pabendî destekdayîna yekitiya Sûriyeyê û rêzgirtina li hember bijarteyên gel e, binpêkirinên Îsraîlê şermezar kirin û amaje pê kir ku di vegerîna penaberan de pêşketin heye.

Nûnerê Denmarkayê jî piştgiriya xwe ji Sûriyeyê re nîşan da û diyar kir ku rakirina cezayan wê rewşa Sûriyeyê ber bi başbûnê ve bibe.

Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê got hilweşîna rejîma Esed hêviya tevahî gelê Sûriyeyê vejand û diyar kir ku Yewnanistan ji bo jinûve tamîrkirina Sûriyeyê amade ye û divê desthilata Şamê pêvajoya ku xwe dispêre beşdarkirina hemû aliyan, bidomîne.

(mh/fr)