Di êrişa li Lubnanê de 2 kes hatin kuştin

Du balafirên Îsraîlî li başûrê Lubnanê du wesayît kirin armanc, di encamê de du kes hatin kuştin.

Di êrişa li Lubnanê de 2 kes hatin kuştin
21 gulan, 2025   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê balafirên Îsraîlê du caran bajarokên Eyn Beal û Yater bombebaran kirin, di encamê de du kes hatin kuştin.

Li bajarokê Eyn Beal ê girêdayî Siwer ê başûrê Lubnanê balafireke Îsraîlê erebeyeke sivîlan kir armanc, di encamê de kesê bi navê Hisên Nezîh Bircî hat kuştin.

Girêdayî mijarê, serokê beşa medyaya Erebî di yekîneya berdevkê artêşa Îsraîlê de Avichay Adraee ew kesê hatiye kuştin bi "endamê navendî û pisporê rêbazên şer ê girêdayî Hizbullah" bi nav kir.

Piştre, Şaredarê Yater Xelîl Koranî ji medyaya Lubnanî re ragihand ku balafireke bêmirov a Îsraîlê bildozera (alav) ku welatiyê bi navê Elî Hesen Ebdulletîf Siwêdan diajot hedef girt û kuşt. Ew êriş, li bajarê Yater ê Bint Cibêl, dema welatî kavilên maleke berê hatibû hedefgirtin, radikir pêk hat.

Di heman demê de balafirên şer û keşfê yên Îsraîlê li ser her du beşên rojava û navên ên başûrê Lubnanê digerîn.

(aq/fr)