Îsraîl altarnatîfên têkbirina Hemasê lêkolîn dike

Çavkaniyekî payebilind ê Îsraîlî diyar kir ku artêşa Îsraîlê ji bo têkbirina Hemasê planên altarnatîf ên wekî vegera li şer û dagirkirina tevahî Şerîda Xezayê lêkolîn dike.

Îsraîl altarnatîfên têkbirina Hemasê lêkolîn dike
30 mijdar, 2025   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporên medyayê ku agahiyên xwe spartine "çavkaniyekî Îsraîlî yê payebilidn" diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina zêdebûna hêza Tevgera Hemasê," ji nav jî dagirkirina tevahî Xezayê" plan hene." Ev yek li gel berdewamkirina agirbesta nazik a di navbera artêşa Îsraîlê û Tevgera Hemasê de pêk tê.

Heman çavkanî got "artêş altarnatîfên ku bi armanca têkbirina Hemasê, di nav de jî vegera li şer û dagirkirina tevahî Xezayê yan jî mayîna li seranserî Xeta Zer û pêkanîna êrişên taybet bi hilweşîna hikumraniya tevgerê lêkolîn dike."

Girêdayî heman mijarê, çavkanî da zanîn ku "Heta niha planeke Amerîkayê ya zelal a bêçekkirina Hemasê tune ye. Li beramber wê tevger li ser vegerandina hêza xwe dixebite."

(ac/fr)

ANHA