Li Helebê komek bazirganên hişbirê hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê komek bazirganên hişbirê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girtin, hişbirên li cem wan desteser kirin.

Li Helebê komek bazirganên hişbirê hat girtin
30 mijdar, 2025   21:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê bi daxuyaniyekê ragihand ku komek bazirganên hişbirê girtine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, piştî agahiyên der barê kiryarên hişbirê de hatin wergirtin, Beşa Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Helebê di 28ˊê Mijdarê de operasyoneke serdegirtinê li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê pêk anî, di encamê de komeke bazirganên hişbirê girtin.

Li gorî daxuyaniyê di operasyonê de: 519 hebên kaptagonê, kîloyek û 50 gram hevîra heşo, 150 hebên Biogabalin eyar 100, 327 hezar Biogabalin eyar 150, 95 hebên Tramadol, gramek û 50 milî giram ji hevîra heşîş ê têkel, 25 gram ji tûtinê normal, pelên pêşandina tûtinê yên "Şam" û nêzî milyonek û 260 hezar lîreya Sûriyeyî hatin dîtin û desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gorî lêpirsînên destpêkê, bi armanca firtonê, madeyê ji derveyî taxê hatine û li hundirê dikaneke pêlîstokan hatine veşartin. Hêzan da zanîn ku bazirgan ji aliyên eleqedar re hatin veguhastin ku tedbîrên yasayî temam bikin.

(fr)