Îşev li Lubnanê agirbest tê ragihandin

Çavkaniyan diyar kir ku tevî Îsraîlê di saetên borî de êrişên xwe zêde kirine diyar dibe ku pêkanîna agirbesta li Lubnanê nêzik e.

Îşev li Lubnanê agirbest tê ragihandin
26 mijdar, 2024   21:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên tora nûçeyan a Al Arebiye da zanîn ku tê texmînkirin îşev agirbest di navbera Lubnan û Îsraîlê de were ragihandin û sibe bikeve pratîkê.

Berpirsekî Îsraîlê ragihandibû ku di peymana agirbestê de Îsraîl dikare di hundirê Lubnanê de bi serbestî bigere da ku gefa Hizbullah bi dawî bike û şêniyên bakurê Îsraîlê bi aramî vegerin malên xwe.

(mh/fr)