Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Helebê atolyeyek li dar xist

Di çarçvoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de, Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi navê "Mafên jiyanê di azadiya jinan de ye" atolyeyek li dar xist.

26 mijdar, 2024   21:48
HELEB

Di çarçoveya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Saziya "Hebat Lolo" atolyeyek li navenda meclisê ya taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê li dar xist. Di atolyeyê de jin, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, rûspî û endamên tevgerên jinan beşdar bûn.

Di serî de endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Rîham Mihemed li ser dîroka 25'ê Mijdarê axivî.

Rêvebera Saziya Hebat Lolo Cîhan El Seman li ser armancên saziyê yên xurtkirina jinan bi rêya perwerdeyên pîşeyî û aborî û civakî, axivî.

Cîhan El Seman bal kişand ser cûreyên tundiya li ser jinên Sûriyeyê û banga bidawîkirina wê kir.

Piştre sînevîzyonek li ser têkoşîna jinan ji bo bidestxistina mafên xwe di 60 salên dawîn de hat pêşkêşkirin.

Her wiha beşdaran di nîqaşên xwe de teqezî bi bidawîkirina tundiya li ser jinan, zanakirina civakê di aliyê metirsiyên ji ber tundiyê de û rêbazên bidawîkirina wê, da.

Di dawiya atolyeyê de beşdaran hevok û gotin li ser tabloyeke mezin nivîsandin, piştgiriya xwe ji mafên jinan re nîşan da.

(mh/fr)

ANHA