Îsraîlê êrişî gund û herêmên Humsê kir

Îsraîlê 2 herêmên li gundewarê Humsê kirin armanc.

Îsraîlê êrişî gund û herêmên Humsê kir
26 mijdar, 2024   22:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Radyoya Şam FM a hikumeta Şamê da zanîn ku Îsraîlê êrişî herêma Emîniye ya bakurê Himsê û Um Haretên a rojavayê Humsê kir.

Her wiha ajanseke hikumeta Şamê diyar kir ku li gorî agahiyên destpêkê Îsraîlê 2 gundên li gundewarê bakur û rojavayê Humsê hedef girtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku Îsraîlê 2 nuqte; yek li nêzî mezreya Emîniye ya bakurê bajarê Humsê û ya din li nêzî gundê Xirbet El Tîn ê rojavayê bajarê Humsê hedef girtin.

(mh/fr)