Îrlanda, Spanya û Norwêcê dewleta Filistînê nas kir

Biryara Spanya, Norwêc û Îrlandayê ya ji bo naskirina dewleta Filistînê, îro dikeve meriyetê. Hikumeta Îsraîlê li hember vê biryarê bi hêrs e.

Îrlanda, Spanya û Norwêcê dewleta Filistînê nas kir
28 gulan, 2024   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN 

Madrîd, Dublîn û Osloyê îro bi rengekî fermî dewleta Filistînê nas kir. Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez anî ziman ku ev naskirin ji bo 'pêkhatina aştiyê' ya îsraîlî û filistîniyan 'pêwîstî' bû û ji bo gelê Filistînê 'pirsgirêkeke edaletê ya dîrokî' bû.

Lîderê sosyalîst beriya destpêkirina civîna Desteya Wezîran bi zimanên spanî û îngilîzî daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku ev biryar 'li dijî kesî an jî li dijî Îsraîlê' nehatiye dayîn.

Biryara naskirinê hefteya derbasbûyî roja çarşemê ji aliyê Sanchez û hempîşeyên wî yên Îrlanda û Norwêcê ve bi koordîneyî hate ragihandin û ji îro (28'ê Gulanê) pê ve dikeve meriyetê.

Tê payîn ku hikumeta Îrlandayê jî ji bo erêkirina vê biryarê vê sibehê li hev kom bibe.

Norwêcê jî roja yekşemê notayek da serokwezîrê nû yê Filistînê Mûhammed Mûstafa ku piştrast kir ku biryar ketiye meriyetê.

Tê gotin ev hewldana her sê welatên Ewropayê ku 2 jê endamên Yekitiya Ewropayê ne, xwedî bandoreke xurt a sembolîk e û dê dewletên din jî teşwîq bike ku tev li biryarê bibin.

Îşaret bi rola Norwêc û Spanyayê ya li pêvajoya aştiyê ya salên 1990'î ya li Rojhilata Navîn tê kirin. Madrîdê beriya Peymana Osloyê ya 1993'an bi 2 salan anku di sala 1991'an de malovanî ji konferansa aştiyê ya Ereb-Îsraîlê re kiribû.

DI NAVA YEKITIYA EWROPAYÊ DE NÊRÎNÊN CUDA

Tê payîn ku Slovenya jî di demeke nêz de dewleta Filistînê nas bike. Mijar di nava Yekitiya Ewropayê de bûye cihê nêrînên cuda. Dewletên endam ên mîna Fransayê di wê baweriyê de ne ku ev yek di demeke rast de nîn e. Almanya jî diyar dike ku naskirin tenê piştî dan û standinên her du aliyan dikare pêk were.

Li gorî rêveberiya Filistînê, tevî Spanya, Îrlanda û Norwêcê, ji 193 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî heta niha 145 welatan dewleta Filistînê nas kiriye. Di lîsteyê de piraniya welatên rojavayê Ewropayê û başûrê Amerîkayê, her wiha Awistralya, Japonya û Koreya Başûr nîn in.

Heta niha Swêd welatê yekemîn bû ku di sala 2014'an de dewleta Filistînê nas kiribû. Komara Çekê, Macaristan, Polonya, Bulxaristan, Romanya û Qibrisê beriya ku tev li Yekitiya Ewropayê bibin, nas kiribû.

Biryara Madrîd, Dublîn û Osloyê ya hefteya derbasbûyî li Îsraîlê bû sedema nerazîbûnê.

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Îsrael Katz roja duşemê li dijî Madrîdê biryar 'tedbîrên cezakirinê' da û qedexe kir ku Konsolosxaneya Spanyayê ya li Qudsê ji 1'ê Hezîranê û pê ve xizmetê bide filistîniyan.