Nefel Produksiyon: Em ê armanca hevalê xwe pêk bînin

Rêveberiya Nefel Produksiyon da zanîn ku endamê wan Welîd Hes Hemîn ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest daye û diyar kir ku ew ê armanca hevalê xwe pêk bînin.

Nefel Produksiyon: Em ê armanca hevalê xwe pêk bînin
28 gulan, 2024   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Nefel Produksiyon derbarê wefata endamê xwe Welîd Hes Hemîn ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dabû de, peyamek nivîskî weşand. 

Peyam wiha ye:

“Xebatkarê Nefel Produksiyonê yê bi navê Welîd Hes Hemîn di dîroka 28’ê meha 5an a 2024’an de ji ber nexweşiya penceşêrê ya xwînê li paytexta Sûriye Şamê dema tedawîya xwe dikir koça dawî kir.

Welîd Hes Hemîn di 05/04/1993’yan de li bajarê Kobanê ji dayik bû. Piştî 2011’an bi destpêka aloziyên Suriyeyê re dest bi xebatên şoreşgeriyê kiribû. Ji sala 2016’an ve jî di xebatên Çapemeniya Azad de cihê xwe digirt. Di salên destpêkê yên xebatên xwe yên ragihandinê de weke xebatkarê Ronahî TV kar û xebat meşand. Ji destpêkê sala 2021’an ve jî cihê xwe di nava xebatên Nefel Produksiyonê de girt. Di produksiyonê de weke kameravan beşdarî kar û xebatan bû.

Hevalê Welîd di nava karê xwe de her tim dilnizm bû. Di jiyanê de her tim rûken bû. Li dora xwe dibû hêza moralê. Bi coşa xwe ya mezin di nav hevalên xwe de hezkirin ava dikir. Hevalê me Welîd zewicî bû û du zarokên wî hene. Beriya demekê ji ber nexweşiyên xwe çûbû tedawiyê xwe. Lê tedawî bi encam nebû û îro (28/05/2024) ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Em weke Nefel Produksiyon di serî de ji malbata hevalên Welîd û ji hemû hevalên wî re sersaxiyê dixwazin. Sebrê ji malbatê wî re dixwazin. Me hevalekî xwe yê hêja û bi nirx winda kir, lê em keda wî ti carî ji bîr nakin û ji bo bi dest xistina armanca wî soza xwe didin.”

(a)

ANHA