Di êrişa DAIŞ`ê de 3 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li gundewarê Himsê de 3 kes hatin kuştin.

Di êrişa DAIŞ`ê de 3 kes hatin kuştin
28 gulan, 2024   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê li rojhilatê Himsê  navendeke nobetdariyê û erebeyeke leşkerî kirin hedef.

SOHR’ê diyar kir ku êrişa bi çekên navîn û sivik li nêzî dibistana fêrkirina ajokariyê  hat kirin û di encamê de 3 endamên "pasdarên Îranê" hatin kuştin û erebeya leşkerî bi temamî hate rûxandin. Her wiha destnîşan kir ku  çeteyên êriş kirine, ber bi herêmên çiyayî yên çiyayê El Emûr ve reviyan.

Li gorî SOHR`ê,  ji destpêka îsal ve di encama şer û êrişên leşkerî ên li çolistana Sûriyeyê de 37 welatî û zarok, 319 leşkerên hikumeta Şamê û komên alîgirên wan û 27 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin. SOHR’ê diyar kir ku piraniya êrişan li çolistana Dêrazor û Himsê pêk hatine.

(şx)