Iraqê der barê metirsiya reva çeteyên DAIŞˋê de hişyarî da

Bexdayê têkildarî metirsiya reva çeteyên DAIŞˋê ji girîtgehan û xerabbûna rewşa li kampa Holê hişyarî da û diyar kir ku dê ev yek bandore li ewlehiya Sûriye û Iraqê bike.

Iraqê der barê metirsiya reva çeteyên DAIŞˋê de hişyarî da
20 kanûn, 2024   19:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên têkildarî metirsiya xerabbûna rewşa kampa Holê û reva çeteyên DAIŞˋê ji girtîgehan hişyarî da.

Ajansa Nûçeyan a Iraqê da zanîn ku Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku Fuad Hisên bi rêya telefonê bi wezîrê Kar û Barên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Brîtanî Hamish Falconer re axivî.

Hisên diyar kiribû ku çeteyên DAIŞ'ê xwe bi rêxistin dikin û piştî têkçûna artêşa Sûriyeyê dest danîn ser çek û cebilxaneyê û deverên din kontrol kirin.

Fuad Hisên dabû zanîn ku eger çeteyên DAIŞ'ê ji girtîgehan birevin û rewşa kampa Hol tevlihev bibe, dê bandoreke nerênî li ewlekariya Iraq û Sûriyeyê bike.

Girêdayî wê, Hisên destnîşan kir ku pêwist e di pêvajoya xebata siyasî ya Sûriyeyê de hemû pêkhate beşdar bin û alîkariyên navneteweyî ji bo gelê Sûriyeyê werin pêşkêşkirin.

Falconer jî kêfxweşiya xwe ji ber encamên civîna Eqebê nîşan da û hişyarî ji pevçûna çekdarî di navbera çeteyan û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de, da û got rewşa Sûriyeyê şerekî navxweyî tehemûl nake.

(mh/fr)