Li Bûkemal û Derayê pevçûn: 4 kes birîndar bûn

Li gundewarên Dêrazor, Dera û Idlibê de pevçûn rû dan. Di pevçûna li Derayê de 4 kes birîndar bûn.

Li Bûkemal û Derayê pevçûn: 4 kes birîndar bûn
5 mijdar, 2026   22:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Bûkemal ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê di navbera ferdên eşîra Cexayfayê de pevçûn derket. Di pevçûnê de çek hatin bikaranîn û ji aliyê hêzên ewlekariyê ve qedexeya derketina derve hat ragihandin. Der barê sedemên pevçûnê û encamên wê de agahiyên piştrast nehatin parvekirin.

Li bajarokê El Xariya yê rojhilatê Derayê jî di navbera komeke ciwanan de pevçûn derket. Di pevçûnê de 4 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Wetenî ya Derayê.

Li bajarokê Kefrûmê yê gundewarê Idlibê jî  duh pevçûneke rû da. Di pevçûnê de bi guleyan êrişî hev kirin û hin kes birîndar bûn.

(bb)