Hêzên Îsraîlê gundekî Derayê gulebaran kir

Gundê Cemla yê girêdayî Derayê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hate gulebarankirin.

Hêzên Îsraîlê gundekî Derayê gulebaran kir
7 mijdar, 2026   15:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî hêzên Îsraîlê piştî bendeke kontrolê li herêmê danî, bi çekên giran gundê Cemla yê dikeve rojavayê Derayê gulebaran kir. 

Her wiha hêzên Îsraîlê li ser rêya Mezarei El Emel û Terneca yên Quneytrayê bendeke kontrolê danî.

(np)

ANHA