Iraqê bersiva Hakan Fîdan da: Mijara Şengal û deverên din mijarê netewîne

Wezareta Karên Derve ya Iraqê li ser gefên Hakan Fîdan, balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Anil Bora Înan vexwend wezaretê û hate gotin; “Meseleya Şengal û hemû deverên din ên Iraqê meseleyeke neteweyî ye û em hemû destwerdana biyanî red dikin.”

Iraqê bersiva Hakan Fîdan da: Mijara Şengal û deverên din mijarê netewîne
11 sibat, 2026   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaret Karên Derve ya Iraqê derbarê gefên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan yên li ser Iraq, Şengal û herêmên din, balyozê dewleta Tirk yê li Iraqê Anil Bora Înan vexwend Wezareta Karên Derve ya Iraqê. Anil Bora piştî vexwendinê çû wezaretê û bi Şêwirmendê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mihemed Hisên re civiya.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê, di civînê de şêwirmendê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mihemed Hisên nerazîbûna welatê xwe ya beramberî daxuyaniyên Hakan Fîdan, aniye ser ziman û gotiye; “Ev peyamên wiha ziyanê dide peywendiyên dostane yên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de û wekî destwerdana di karûbarên navxwe yên Iraq û binpêkirina çanda dîplomatîk têne hesibandin.”

Li gorî heman daxuyaniyê Mihemed Hisên ji balyoz re gotiye; “Iraq dewletek avakiriye û xwedî sîstemek siyasî ya demokratîk û desturê ye. Nabe Iraq bi welatên din ên ku xwedî sîstemên siyasî yên cudane, were yek kirin.”

Mihemed Hisên derbarê rewşa Şengal û hemû navçeyên din yên Iraqê de jî gotiye; “Mijara Şengal û beşên din yên Iraqê, mijarek netewiye û wê li gorî mekanîzmeyên wê were çareserkirin. Em hemû destwerdanên biyanî yên ji bo ferzkirina çareseriyekê, an jî bikaranîna vê pirsgirêkê ji bo bandora siyasî û leşkerî, red dikin.”