Li Tirbespiyê têkildarî Komploya 15’ê Sibatê civînek hat lidarxistin

Şêniyên bajarê Tirbespiyê Komploya 15’ê Sibatê nirxand û got çawa Komploya 15’ê Sibatê têk çû, dê tevahî komployên li ser gelê Kurd têk biçin.

Li Tirbespiyê têkildarî Komploya 15’ê Sibatê civînek hat lidarxistin
11 sibat, 2026   14:54
QAMIŞLO

Meclisa Bajarê Tirbespiyê bi boneya nêzîkbûna salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan (15 Sibat 1999) civînek li dar xist. Civîn li hola PYD’ê bi amadebûna endamên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û şêniyên bajar pêk hat.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji rêveberên PYD’ê Emel Silo axivî û bi bîr xist gelek welatên navneteweyî bi armanca ji holê rakirina doza Kurd û kurkirina alozî û parçebûnê li Rojhilata Navîn, komplo li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk anîn.

Emel Silo bal kişand ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo belavkirina aştî û demokrasiyê û da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan tevî tecrîdê û berdewama êrişên li ser Kurdan bi fikir û felsefeya xwe komplo vala derxist.

Emel Silo destnîşan kir ku komplo heya îro dewam dike, di serî de dewleta Tirk a dagirker dewletên mêtînger her timî hewl didin şeran gûr bikin, pêkhateyên resen ên herêmê qir bikin da ku berjewendiyên xwe yên mêtîngeriyê û siyasetên xwe bi cih bînin.

Beşdaran jî ku der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman, diyar kir ku têkoşîna wan a şopa ramanên Rêber Abdullah Ocalan û xeta şehîdan dewam dike û çawa komploya 15’ê Sibatê têk çû, dê tevahî komployên li ser gelê Kurd têk biçin.

(bb)