Iraq û Sûriyeyê li ser nûjenkirina xeta petrolê ya Kerkûk-Banyasê li hev kir

Iraq û Sûriyeyê bi piştgiriya DYA’yê li ser nûjenkirina boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê li hev kir. Di demên pêş de dê petrola Iraqê di ser Sûriyeyê re bigihêje bazarên Ewropa û cîhanê.

Iraq û Sûriyeyê li ser nûjenkirina xeta petrolê ya Kerkûk-Banyasê li hev kir
18 tîrmeh, 2026   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Iraq û Sûriyeyê li paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Washingtonê bi amadebûna serokê Şîrketa Petrola Besrayê Besam Ebdulkerîm Nasir wek nûnerê Iraqê û serokê Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê Yusif Qebelî, lihevkirina têkildarî nûjenkirina boriya petrolê ya Kerkûk-Banyas îmze kir.

Li gorî çapemeniya erebî, ev lihevkirin bîrên petrolê yên Kerkûkê bi Bendera Banyas a li ser Derya Spî ya li Sûriyeyê ve girê dide.

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê jî li ser lihevkirinê diyar kir: “DYA piştgiriyê dide daxwaza Iraq û Sûriyeyê ya ji bo nûjenkirin û çêkirina boriya petrole ya Kerkûk-Banyasê. Ev projeyeke xwedî giringiyeke stratejîk e.”

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê aşkera kir ku şîrketên amerîkî dê roleke sereke di bicihanîna projeyê de bilîzin. Her wiha hate diyarkirin ku armanc ew e ku destpêkê di rojekê de 2 milyon bermîl petrol bi rêya vê boriyê bê veguhastin.

Xeta petrolê ya Kerkûk-Banyasê di sala 1952’yan de hate çêkirin. Ji sala 2003’yan ve veguhastina petrolê ya bi rêya vê xetê sekiniye. Tê pêşbînîkirin ku projeya nûjenkirina xeta Kerkûk-Banyasê nêzî 3 salan dom bike û nêzî 10 milyar dolar lê were xerckirin.