Ava Stasyona Elokê gihaşte Til Temirê

Ava Stasyona Elokê piştî temamkirina xebatên sererastkirinê gihaşte bajarê Til Temirê. Piştre dê stasyon bi awayekî giştî bê bikaranîn û ava vexwarinê bi şêwazekî sîstematîk bighîje Til Temir, Hesekê û Holê.

Ava Stasyona Elokê gihaşte Til Temirê
18 tîrmeh, 2026   11:36
HESEKÊ

Piştî bidawîkirina xebatên çaksazkirinê û sererastkirina Stasyona Elok, bi awayekî tecrubeyî ava stasyonê gihaşte bajarê Til Temirê. Ev gava yekemîn e ku piştî 7 salan careke din ava vexwarinê bi rêya stasyonê tê dayîn. Tîmên Saziya Avê tora avê dişopînin.

Stasyona Elokê jêdera sereke ya ava vexwarinê ji bo bajarên Til Temir, Hesekê û herêma Holê ye. Tê payîn ku careke din bikaranîna wê aloziya avê ya ku ev çend sal e heye, çareser bike.

Tê gotin ku pêvajoya dayîna avê bi awayekî tecrubeyî dê heta çend rojên bê dewam bike, wê piştî birêxistinkirina sîstema dayîna avê, stasyon bi awayekî giştî bê xebitandin.

(sb)

ANHA