Îranê kuştina 3 zanyarên din ên atomê ragihand
Ajansa nûçeyan a Tesnîm a Îranê ragihand ku 3 zanyarên din ên atomê Elî Bekayî Kerîmî, Mensûr Eskerî û Seîd Burcîn di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Tesnîm a Îranê 3 zanyarên din ên atomê yên îranî di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin.
Li gorî ajansê zanyarên bi navên ku Elî Bekayî Kerîmî, Mensûr Eskerî û Seîd Burcîn hatine kuştin.
Duh Îsraîlê bi navê ‘Operasyona Şêrê Bilind’ de bi dehan moşek û balafiran êrişî gelek deverên Îranê kir. Di encamê de tevî serfermandarê artêşa Îranê û serfermandarê Pasdarên Îranê, gelek fermandar û rayedarên payebilind hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Îro Serfermandariya Artêşa Îranê nasnameyên 2 fermandarên din ên leşkerî; Xulam Riza Mehrabî û Mehdî Rebanî ku di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin, ragihandin.