Li Tebqayê 3 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin

Pakrewangeha Şehîdan a li Tebqayê cenazeyên cangoriyan azadiyê Îbrahîm El Îsamîl, Şoreş Efrîn (Şêro Welîd Nûman) û Dilgeş Cûdî (Fewzî Mihemed Elî) hembêz kirin.

Li Tebqayê 3 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Tebqayê 3 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Tebqayê 3 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
14 hezîran, 2025   14:31
TEBQA

Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê, koçberên ji Efrîn û Şehbayê, nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl, hêzên leşkerî û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm El Îsamîl ê ku îro (14 Hezîran) li Tebqayê di encama krîza dil de, şervanê QSD’ê Şoreş Efrîn (Şêro Welîd Nûman) û şervanê Hêzên Komandos Dilgeş Cûdî (Fewzî Mihemed Elî) yên ji kantona Efrîn-Şehbayê ku di 17’ê Cotmeha 2024’an de di berxwedana li Bendava Tişrînê şehîd bûne, îro bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîdan a li Tebqayê hatin oxirin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê Hacer Hisên axivî. Hacer di daxaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Van şehîdan rêya me ronî kirine. Wezîfeya me jî parastina destkeftiyên wan û şopandina rêya wan ta pêkanîna armancên wan e."

Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Erdal Efrîn jî anî ziman ku dê parastina erd û gel bidomînin û wiha domand: "Em ê rê nedin dijmin destdirêjî azad û rûmeta gelê me bike. Astengî çi dibin bila bibin em ê xeyalên şehîdên xwe bi cih bînin."

Di merasîmê de hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Tebqayê Riyad El Walî jî axivî û bi van gotinan soza domandina têkoşînê da: "Em ê li ser rêya şehîdên xwe bimeşînin. Em dê heya rizgarkirina herêmên dagirkirî parastina gelê xwe berdewam bikin."

Endamê Meclisa Olî ya Kantona Tebqayê Ferhan Elyan jî axivî û bal kişand ser nirxên şehadetê û ev li gotinên xwe zêde kir: "Şehîd lutkeya nirxên mirovî û olî ne. Ronahî ne ku rêya edalet û aştiyê nîşan civakan dikin."

Piştî axaftinan nasnameyên her sê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên her sê şehîdan bi dirûşmên "Şehîd namirin" hatin definkirin.

(bb)

ANHA