PJAK’ê banga xwebirêxistinkirinê kir

PJAK’ê diyar kir ku li hemberî çewisandin û êrişên kuştinê di çarçoveya parastina rewa de parastina gelên Îranê erkeke wan e û bang li hemû gelê Îranê û yê Rojhilatê Kurdistanê kir ku xwe di nava rêxistinên girseyî yên demokratîk de bi rêxistin bikin.

PJAK’ê banga xwebirêxistinkirinê kir
14 hezîran, 2025   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî rewşa Îranê û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da.

PJAK’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li hemberî hemû çewisandin û êrişên kuştinê, di çarçoveya parastina rewa de, parastina gel û gelên Îranê erka wan e.

PJAK’ê bang li hemû xelkê Îran û yê Rojhilatê Kurdistanê kir ku xwe di nava rêxistinên girseyî yên demokratîk de bi rêxistin bikin û bi hevgirtinê bandorên wêranker ên şer, li ser hev kêm bikin.

PJAK’ê da zanîn avakirina komên ji bo piştgiriya qurbaniyên şer, komîteyên herêmî ji bo rizgarkirina birîndaran, komîteyên alîkariya darayî, her wiha avakirina rêveberiyên herêmî û dûrxistina kirêgirtiyên hikumetê ji ber bandora wan a li ser welatiyan, dikarin gavên girîng biavêjin ji bo avakirina civakeke xweser û demokratîk.

Her wiha PJAK’ê bang li hemû nîştimanperwer, azadîxwaz û endamên partiya xwe kir ku alîkar bin.