Îranê gefa bersivdayîna êrişan xwar û li 4 keştiyên neftê xist

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî gefa bersivdayîna her êrişeke li dijî welatê xwe xwar, her wiha Artêşa Pasdaran ya Îranê ragihand li Tengava Hurmizê li 4 keştiyên neftê xistiye.

Îranê gefa bersivdayîna êrişan xwar û li 4 keştiyên neftê xist
31 cotmeh, 2026   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di postekê de ku roja Şemiyê li ser platforma "X" hate weşandin, diyar kir ku welatê wî êdî li hember êrişên ku ewlehî û gelê wî hedef digirin, tu xetên sor nagire û gef xwar ku li dijî her aliyekî ku êrişî Îranê bike, bersiveke leşkerî ya "wêranker û hilweşîner" bide.

Her wiha Artêşa Pasdaran ya Îranê ragihand li Tengava Hurmizê 4 keştiyên neftê xistiye.

Li gor medyaya Îranê ku agahiyên wê xwe dispêre Artêşa Pasdaran ya Îranê, 4 keştiyên neftê dema ku xwestine bêy destur di Tengava Hurmizê re derbasbin, teqiyane û agir pê ketine.

Li gor heman agahiyan, keştiya çarem 2 milyon bermîl neft têde bû, mayînek deryayî pêve teqiyaye.

Duh Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ew bawer dike ku şerê bi Îranê re dê di demek nêzîk de biqede, bêyî ku diyar bike ka ew ê çawa biqede an jî rêveberiya wî dê çi gavan bavêje da ku vê yekê pêk bîne.

(k)

ANHA