Komek çekdar ya Iraqê gefa li Amerîkayê xwarin

Koma çekdar ya bi navê Ensarula Ewfiya ku beşeke ji Eniya Îslamî ya Iraqê, hişyarî da Amerîkayê û ragihand ger Amarîka xaka Iraqê ji bo êrişa ser Îranê bikarbîne ewê bi tûndî bersiv bidin.

Komek çekdar ya Iraqê gefa li Amerîkayê xwarin
31 cotmeh, 2026   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Tevgera Ensarula Ewfiya, Elî Fetlawî di daxuyaniyek ji medyaya Iraqê de ragihand, ger xaka Iraqê ji bo êrişên li ser welatên cîran neyê bikaranîn, ewê bêalî bimînin, lê ger xaka Iraqê ji bo êrişa li ser Îranê were karanîn, ewê bi tûndî bersiv bidin.

Fetlawî bang li Amerîkayê kir ku qada asîmanî ya Iraqê binpê neke û diyarkir het binpêkirinek li beramberî serweriya Iraqê pêkwere, ewê bi tûndî bersivê bidin.

Tevgera Ensarula Ewfiya yek ji wan komên ser bi Eniya Îslamiya Iraqê ye ku berî niha ji aliyê Amerîkayê ve hatibû xistina lîsta terorê.