Îranê encamên dawîn ên lêpirsîna têkildarî wefata Reîsî ragihandin

Îranê encamên dawîn ên lêpirsîn û lêkolînên li ser rûxandina helîkoptera serokê berê yê Îranê Îbrahîm Reîsî ragihandin. Ajanseke Îranê ku agahiyên xwe dispêre encamên dawîn ên lêpirsînê diyar kir ku helîkoterê nikarî barê zêde hilgirta.

Îranê encamên dawîn ên lêpirsîna têkildarî wefata Reîsî ragihandin
21 tebax 2024   20:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Faris a Îranê ku xwe spartiye çavkaniyeke têkildar, ragihand ku sedema rûxandina helicopter, ku di encamê de serokê Îranê Îbrahîm Reîsî wefat kiriye, rewşa xerab a hewayê bû.

Ajansê diyar kir ku di encamên lêpirsînan de hat diyarkirin ku barê helîkopterê jî zêde giran bû. Cureyê helîkopterê Bell 212 bû.

Di raporan de hatibû diyarkirin ku rewşa hewayê ya devera ku helicopter lê ketiye xwarê ne zelal bû û mij bû. Ew jî bû sedema ku tîmên awarte dereng bigihînin deverê.

(mh)