Şehîd Amir Ehmed El Hesen hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên Qamişlo, bi merasîmekê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Amir Ehmed El Hesen sipart axê.

Şehîd Amir Ehmed El Hesen hat oxirkirin
Şehîd Amir Ehmed El Hesen hat oxirkirin
Şehîd Amir Ehmed El Hesen hat oxirkirin
Şehîd Amir Ehmed El Hesen hat oxirkirin
21 tebax 2024   20:55
QAMIŞLO

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Amir Ehmed El Hesen, di 20’ê Tebaxê de, dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Rêveber û endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hemû endamên sazî û dezgehên sivîl û bi sedan şêniyên Qamişlo tev li merasîmê bûn.

Merasîm li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Di merasîmê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatme Cerbû axivî.

Fatme Cerbû di axaftina xwe de piştî ku sersaxî ji malbata şehîd Amir Ehmed El Hesen xwest, diyar kir ku şehîd Amir Ehmed beşdarî karwanên şehîdan bûye û da zanîn ku ew bi şehîdên xwe ser bilind in.

Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Lewend Mihemed, di axaftina xwe de, qala kesayetiya berxwedêr a şehîd Amir Ehmed El Hesen kir û got: “Ji bo wekheviya gelan û neteweya demokratîk, di dema nexweşiya xwe de jî di asta herî jor de bi fadakariyeke mezin bi erkên xwe rabû.”

Lewend Mihemed di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rastiya şehîdan û di rêya şehîdan de soza domandina têkoşînê da.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Amir El Ehmed El Hesen hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di merasîmê de wêneyên şehîd hatin bilindkirin û dirûşmên “Bi can, Bi Xwîn, Em Bi Te re ne Ey Şehîd”, “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo”hatin berzkirin.

(bm-be)

ANHA