Îran rê nade çavdêrên navneteweyî

Îranê, tevî ragihandina peymaneke nû ji bo ji nû ve destpêkirina hevkariyê, rê neda ku çavdêrên IAEA`yê “di vê demê de” bikevin tasîsatên wê. Lewma Fransayê hişyarî da ku divê çavdêriya navneteweyî bê derengxistin, ji nû ve berdewam bike.

Îran rê nade çavdêrên navneteweyî
10 îlon, 2025   18:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abas Araqcî ragihand ku welatê wî rê nade Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) "di vê demê de" vekolînan bike.

Araqcî got: “li gorî vê peymanê, niha destûr nayê dayîn ku çavdêrên IAEA`yê werin vir. Ji xwe lihevkirin vê yekê nahêle. Li gorî raporên ku dê Îran piştre pêşkêş bike, dê li ser hatina çavdêran danûstandin dest pê bikin.”

Dîplomatekî payebilind ê fransî ji AFP`yê re ragihand ku divê Îran rê bide çavdêrên navneteweyî ku "di zûtirîn dem de" karên xwe dest pê bikin û got: “Girîng e ku IAEA`yê bikare xebatên xwe ji nû ve destpê bike û di zûtirîn dem de piştrast bibe.”

(ac/şx)