Tirbespiyan 3 bendên pêşxistina mekanizmeya komînan nîqaş kirin

Di konferansa komînan ya ku li bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê de hate lidarxistin, 3 bendên sereke yê pêşxistina mekanizmeya karê komînan û derbaskirina zehmetiyên li pêşiya komînan derdikevin, hatin nîqaşkirin.

Tirbespiyan 3 bendên pêşxistina mekanizmeya komînan nîqaş kirin
Tirbespiyan 3 bendên pêşxistina mekanizmeya komînan nîqaş kirin
Tirbespiyan 3 bendên pêşxistina mekanizmeya komînan nîqaş kirin
Tirbespiyan 3 bendên pêşxistina mekanizmeya komînan nîqaş kirin
Tirbespiyan 3 bendên pêşxistina mekanizmeya komînan nîqaş kirin
10 îlon, 2025   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê konferansek ji bo komînên bajêr hate lidarxistin, di konferansê de pêkhateyên bajar yên kurd, ereb û suriyan her wiha nûnerên partiyên siyasî, saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rûspiyên eşîran û endamên komînan hazir bûn.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir û piştre perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê rola sereke ya komînan de di birêxistinkirin û pêşxistina civakê de, bi zimanê Kurdî û Erebî hate xwendin.

Her wiha madeyên girêdayî komînan yên di hevpeymana civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku di 12 Çileya 2023’an de derketiye bi zimanê Kurdî û Erebî hatin xwendin.

Beşdarên konferansê nerînên xwe der barê komînan de parve kirin û gotin komîn tovika avakirina civakê ye, zehmetiyên ku rastî karê komînan tên, mekanizmeya birêxistinkirin û koordînekirinê, girîngiya xurtkirina rola komîteyên komînan, beşdarbûna jin û ciwanan bi aweyekî berfiretir hatin nîqaşkirin.

Beşdaran piştrast kirin ku divê hemû endamên komînan, komînê ji xwe re lêvegereke bingehîn a karê civakî bibînin. Ji bo derbaskirina zehmetiyan, gelek pêşniyar hatin kirin.

Di dawiya konferansê de, 3 bendên sereke ji meclis û komînên bajêr re wek plansaziya siberojê hatin diyarkirin. Ya yekê, endamên saziyan bi xwe endamên komînan in û divê tev li komîteyên komînan bibin. Divê sazumaniya komînan li tevahî herêman ji nû ve bê guhertin. Dema valahiyek di rêveberiya komînan de çêbû, divê bilez bê dagirtin ji bo ku kar raneweste.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku wê ev pêşinyarên ku di konferansê de hatin kirin, di civîneke giştî li ser asta kantona Cizîrê de werin nîqaşkirin û di çarçoveya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de mekanîzmeya xebatên komînan bibe yek.

(ac/şx)

ANHA