Îsraîlê paytexta Yemenê bombebaran kir

Balafirên şer ên Îsraîlê êriş paytexta Yemenê ya ku di bin kontrola Hûsiyan de kir.

Îsraîlê paytexta Yemenê bombebaran kir
10 îlon, 2025   18:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona El Mesîra ya Hûsiyan ragihand ku Îsraîlê êriş paytexta Yemen Senaayê kir. 

Televizyonê li ser hesabê xwe yê “X” der barê êrişê de nûçeyeke lezgîn da û ragihand ku “Îsraîl êriş Senaayê kiriye”. Li gorî televizyonê, piştî kuştina serokê hikumeta Hûsiyan û gelek endamên hikumetê di 28`ê Tebaxa borî de, ev êriş yekemîn e.

Reutersê ku agahiyên xwe ji çavkaniyan wergirtine, ragihand ku navenda Wezareta Parastinê ya hûsiyan hatiye bombebarankirin.

(ac/şx)