Îran: Me li Kuweyt û Îmaratê êrişî hêzên DYA’yê kir

Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku wê êrişeke hemwext li dijî hêzên DYA û Îsraîlê yên li Kuweyt û Îmaratê pêk aniye, di encamê de keştî binav bûne û gelek leşkerên DYA’yê hatin kuştin.

Îran: Me li Kuweyt û Îmaratê êrişî hêzên DYA’yê kir
28 adar, 2026   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Beşa Têkiliyên Giştî ya Artêşa Pasdaran a Îranê berbanga îro (28 Adar 2026) daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên wê yên deryayî di çarçoveya pêla 84'an a ‘Operasyona Sonda Durist 4’ de êrişeke hemwext li dijî hêzên DYA û Îsraîlê pêk anî.

Li gorî daxuyaniyê, êriş li Bendera Şiyûx a Kuweytê, perav û bendên Îmaratê li dijî leşker û alavên teknîk hatine kirin.

Di daxuyaniyê de ku ajansa Tasnîmê weşandiye, ev agahî hatin parvekirin: “Êriş bi mûşekên balîstîk û krûz ên Qadr-380 hatin kirin. 6 keştiyên êrişê yên amfîbî yên DYA’yê li bendera Şiyûxê hatin hedefkirin. Di encamê de 3 keştî binav bûn û yên din şewitîn. Di êrişên bi dronan de jî cihekî kombûna efserên yekîneyeke amerîkî li peravê û yek li Dubey Hotelê pêk hatin û gihaştin armanca xwe.”

Li gorî daxuyaniyê, di êrişê de gelek leşkerên DYA’yê hatine kuştin.

(bb)