Li Mihabatê 2 Kurd hatin binçavkirin

Li gel berdewambûna şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê, gef û zextên rejîma Îranê yên li ser welatiyan jî her diçe dijwartir dibin. Di heman çarçoveyê de 2 welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîmê ve hatin binçavkirin.

Li Mihabatê 2 Kurd hatin binçavkirin
28 adar, 2026   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

 Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku di 26’ê Adarê de, Kiyanûş Adilpûr ê 35 salî li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbarata Îranê ve bi bikaranîna tundiyê û bêyî fermana dadger hate binçavkirin û ber bi cihêkî ne diyar ve hate birin.

Hatiye diyarkirin ku hêzên îdareya Îstîxbaratê ligel serde girtin û lêgerîna tund a bi ser malê, telefonên hevjîn û zarokên Kiyanûş Adilpûr jî desteserkirine û bi xwe re birine.

Tora Mafê Mirovan da zanîn di 27’ê Adarê de jî, hêzên Wezareta Îstîxbarata Îranê li bajarê Mihabadê bi ser mala welatiyek bi navê yê 37 salî de girtine. Hêzên Îstîxbaratê bi bikaranîna tundiyê û bêyî fermana dadger mal lêgerîn kriine û Şiwane Elîzade binçavkirine.

Li gorî amarên Rêxistina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ji destpêka şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê ve heta niha zêdetirî 10 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve hatine binçavkirin. Ev pêla girtin û binçavkirinê di demekê de ye ku navend û baregehên hêzên rejîma Îranê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve têne bombebarankirin.