Li başûrê Lubnanê 9 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn

Di êrişên li başûrê Lubnanê de 3 jê efser, 9 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn.

Li başûrê Lubnanê 9 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn
28 adar, 2026   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê di navbera Îsraîlê û Hizbullahê dewam dike.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ku li ser X'ê weşandiye, diyar kir ku 3 jê efser, 9 leşkerên wê li başûrê Lubnanê birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê di encama avêtina mûşekeke li dijî panzêran de efserek bi giranî û yekî din bi sivikî birîndar bûn. Hate diyarkirin di bûyereke din de, ji ber avêtina mûşekan li ser hêzên li herêmê de efserek bi giranî û 6 leşkerên din birîndar bûn.

Artêşê diyar kir ku leşkerên birîndar rakirine nexweşxaneyan.

(bb)