Îran dixwaze balyozxaneya xwe li Suriyeyê veke

Balyozê Îran yê Suriyeyê ragihand ku çi dema ewlekariya balyozxaneyê û karmendan hate garantî kirin, ewê balyozxaneya xwe li Suriyeyê vekin.

Îran dixwaze balyozxaneya xwe li Suriyeyê veke
17 kanûn, 2024   15:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozê Îran yê Suriyeyê Hisên Ekberî darbarê vekirina balyozxaneya Îranê ya li Suriyeyê de axivî. Hisên Ekberî got ku hebûna wan ya li Suriyeyê li ser daxwaza Suriyeyê bû û berpirsê çûyîna wan jî Hikumeta Suriyeye.

Hisên Ekberî di dewamê de got: “Wê Wezareta Derve di demek nêzîk de balyozxaneya me li Suriyeyê veke, lê bi şertê ku ewlekariya balyozxane û karmendan were garantî kirin. Îsraîl êrişî serweriya xaka Suriye dike û lihevkirina agirbestê binpê dike.”