Îran di navbera projeya xwe ya îdeolojîk û bandora herêmî de

Rojnameyên Erebî li ser çend mijarên têkildarî polîtîkayên Îranê li herêmê, projeya wê ya siyasî û bandorên wê li ser welatên cîran nivîn.

Îran di navbera projeya xwe ya îdeolojîk û bandora herêmî de
21 tîrmeh, 2026   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî îro, li ser projeya Îranê li herêmê û bandorên wê li ser Lubnanê û deweletên kendavê nivîsî.

ÎSLAMA SIYASÎ YA ŞÎE ÎDEOLOJIYÊ DIDE PÊŞIYA DEWLETÊ

Rojnameya El Ereb a li Londonê bal kişand ser ezmûnên Îslama siyasî ya Şîe, bi taybetî li Îran, Iraq û Yemenê  û diyar kir ku dewlet ne armancek bi serê xwe ye, lê amûrek e ji bo projeyek îdeolojîk a navneteweyî ye ku bi teoriya (Wilayat-El Feqîh) ve girêdayî ye.

Rojnameyê diyar kir ku ji Şoreşa Îranê ya 1979`an vir ve, li şûna avakirina modelek pêşkeftî ya geşedanê an aborî di nav Îranê de, digranî daye li ser hinardekirina projeya xwe ya îdeolojîk û avakirina toreke bandora herêmî bi piştgiriya komên çekdar û berfirehkirina hebûna xwe ya siyasî û medyayî.

Rojnameyê diyar ku xala hevpar di navbera van ezmûnan de ku ji dewletê bêhtir dilsoziya bi projeya îdeolojîk re dide pêş.

NAKOKIYA DI NAVBERA ZIMAN Û PRATÎKÊN ÎRANÊ YÊN LI BERAMBERÎ DEWLETÊN KENDAVÊ

Rojnameya Arabia Independet destnîşan kir ku rejîma Îranê bi berdewamî îdia dike ku nakokiya wê bi Amerîkayê re ye, ne bi dewletên Kendavê re. Lêbelê, ew vê nakokiyê li ser axa cîranên xwe bi êriş û mûşekan dimeşîne û di navbera zimanê wê yê siyasî û kiryarên wê de nakokiyek heye.

Rojnameyê diyar kir ku ev nêzîkatî dihêle dewletên Kendavê hevpeymanên xwe yên ewlehiyê bi Washingtonê re xurt bikin, ne ku xwe ji wê dûr bixin.

Rojnameyê nivîsî ku Tehran bi stratejîkî şaş hesab kiriye, ji ber ku polîtîkayên wê bûne sdema zêdekirina girêdayîbûna herêmê bi sîwana ewlehiyê ya Amerîkî re li ser hesabê avakirina bawerî û cîrantiya baş.

VEQETANDINA RÊYÊN LUBNANÎ Û ÎRANÎ ŞERTEK PÊŞÎN E JI BO SERKEFTINA AŞTIYÊ BI ÎSRAÎLÊ RE

Rojnameya El Nahar diyar kir ku ji serkeftina her pêvajoyeke aştiyê di navbera Lubnan û Îsraîlê divê pirsgirêka Lubnanê ji danûstandinên Amerîka Îranê were veqetandin û bêçekkirina Hizbullahê divê bi biryareke siyasî ya zelal a Lubnanî û garantiyên navneteweyî were pêkanîn da ku pêşî li ji nû ve çekdarkirina wê bigire.

Rojnameyê nivîsî ku Îran hewl dide bandora Hizbullahê biparêze û hêza xwe ji nû ve ava bike  û bang li Washingtonê kir ku piştgiriyê bide dewlet û artêşa Lubnanê, cezayên li ser alîgirên Hizbullahê tundtir bike û mekanîzmayên hevkariya ewlehiyê xurt bike da ku bicîhanîna her rêkeftineke pêşerojê misoger bike.

(k)

ANHA