Li Efrînê berhemên çandiniyê yên şêniyan tên dizîn

Şêniyên Efrînê diyar kirin ku nişteciyên biyanî yên ku herêmê mane berhemên wan ên çandiniyê talan dikin û difroşin.

Li Efrînê berhemên çandiniyê yên şêniyan tên dizîn
21 tîrmeh, 2026   09:24
EFRÎN

Tevî vegera koçberên Efrînê bo malên xwe lê hîn jî mal û milkên wan ji aliyên komên çete û nişteciyên biyanî ve têne dizîn û talankirin.

Şêniyekî bi navê H.B ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir li herêmê niha demsala çinîna berhema Simaqê ye, lê zeviyên wan ji hêla nişteciyên biyanî ve tê dizîn.

H.B diyar kir ku nişteciyên li hin gundên Efrînê mane, berhema Simaqê berî dema wê bi dizî çinîn û li bazarê difroşin.

Li aliyekî din tevzî sozên aliyên têkildar ku mal û milkên koçberên vegeriyane li wan were vegerandin. Lê li gor şêniyan hîn gelek mal û milkên xelkên Efrînê yên resen li wan nehatiye vegerandin.

Çavkaniyan dan zanîn ku ku malên koçberan hîna din di destê gelek malbatên nişteciyên biyanî de ne.

Çavkaniyan da zanîn ku li navenda bajarê Efrînê û gundewarên wê kiryarên dizî û talaniyê berdewam dikin.

(k)

ANHA