Azerbaycanê 16 welatiyên xwe ji Sûriyeyê vegerandin

16 welatiyên Azerbaycanê ku di nava wan de jin û zarokan hene, di 18 û 19`ê Tîrmehê de ji Sûriyeyê vegeriyan welatê xwe.

Azerbaycanê 16 welatiyên xwe ji Sûriyeyê vegerandin
21 tîrmeh, 2026   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Azerbaycanê di 18 û 19`ê Tîrmehê de 16 welatiyên xwe yên ku ji 7 jin û 9 zarokan pêk dihatin, ji Sûriyeyê vegerandin.

Hikumetê da zanîn ku pêvajoya vegerandinê piştî raçavkirina nasnameya wan welatiyan pêk hat, ew welatî di lênerînên tibî û derûnî de jî hatin derbaskirin û diyar kir ku balyozxaneyên Azrerbaycanê yên li Sûriye û Tirkiyeyê, her wiha konsolxaneya giştî ya li Stenbolê rêkarên derxistina belgeyên dabînkirina vegera welatiyan tensîq kirine.

Hikumeta Azerbaycanê destnîşan kir ku dê welatiyan ku hatine vegerandin li gorî bernameyekê derbasî perwerdeyên pêşxistinê yên civakî bibin. Dê xebatên vegerandina welatiyên Azerbaycanê yên ku ji aliyê çekdarî ve li derve zirar dîtine, bidome.

(sb)