Şêniyên Çilaxa bi coş tev li hemleya komkirina îmzeyan bûn
Li Çilaxayê xebatên komkirina îmzeyan bi coş berdewam dike. Şêniyan destnîşan kir ku divê tevahî beşên civakê tev li hemleyê bibin.
Di roja duyemîn a komkirina îmzeyan de, komîteyên pispor xebatên xwe li navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê didomîne.
Şêniyên taxa El Resafe ya navçeya Çilaxa lîste îmze kirin. Welatiyê bi navê Enber Mubarek destnîşan kir ku îmzekirin berdêleke biçûk a têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan e ku ji bo azadiya gelan dimeşîne.
Mubarek bang li şêniyan kir ku tev li hemleyê bibin.
Xebatên belavkirina îmzeyan li navçeya Çilaxa, bajarok û gundên wê berdewam in.
(şx)
ANHA