Di êrişa li ser Şamê de 2 kes hatin kuştin

Di êrişa hewayî ya li dijî taxa Kefersûse ya Şamê de 2 kes hatin kuştin û yek din jî birîndar bû.

Di êrişa li ser Şamê de 2 kes hatin kuştin
21 sibat, 2024   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa fermî ya hikumeta Şamê ragihand ku di êrişa hewayî de 2 kes hatin kuştin û yek din jî birîndar bûye. Her wiha zirar li avahiya hatiye hedefgirtin û avahiyên nêzî wê hatiye.

Lê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) îro ragihandibû ku êrişa Îsraîlê li dijî alîgirek Îranê ye.

(şx)