Îmaratê "rêxistineke terorîst" bê bandor kir

Saziya Ewlehiyê ya Îmaratê "rêxistineke terorîst" ku bi awayekî nepenî kar dikir bê bandor kir û endamên wê girtin.

Îmaratê "rêxistineke terorîst" bê bandor kir
20 nîsan, 2026   21:14
NAVENDAN NÛÇEYAN

Saziya Ewlehiyê ya Îmaratê daxuyand ku "rêxistineke terorîst" bê bandor kir û endamên wê girtin. Wê rêxistinê bi awayekî nepenî kar dikir û hewl dida kiryarên terorane û texrîbkar li Îmaratê bikira. 

Berpirsên ewlehiyê diyar kir ku di lêpirsînan bi endamên rêxistinê re hatine kirin hat diyarkirin ew "wîlayeta El El Feqîh" a li Îranê ye û xwedî îdeolojiyên tundraw e

Bi rêya lêpirsînan hat aşkerakirin ku wan bi rêya hevdîtinên nepenî bi koordînakirina aliyên derve re gelek kes tev li xwe kirine û gihaştine cihên hesas di dewletê de.

Li gorî xebatên şopandinê diyar bû ku tohmetbaran civîn li hundir û derveyî welat bi endam û rêxistinên gumanbar re li dar xistine da ku fikrên derew di nava ciwanên Îmaratê de belav bikin û wan ji bo xizmetên aliyên derve bi kar bînin. Li kêlek wê jî ciwan ji bo tehrîdkirina li dijî siyaseta dewletê û reşkirina wê û komkirina pereyan bi awayekî nefermî û şandina ji aliyên derve re hatine bikaranîn.

(ac/fr)

ANHA