‘Rêber Apo dê pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike’

Jinên ji bajarê Til Temirê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got ew dê pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike.

‘Rêber Apo dê pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike’
21 nîsan, 2026   03:45
HESEKÊ
EBDULL XENÎ EL HAMAN

Jinên ji Til Temirê ji ajansa me re axivîn û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwest.

Nesrîn Selah got: "Li hemberî Rêber Apo komplo hat kirin û ew bi salan e di girtîgehê de ye. Em wek gelê Kurd vê yekê şermezar dikin. Em nema li hemberî vê yekê bê deng dimînin. Divê Rêber Apo fîzîkî azad bibe. Azadiya me bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Jin li ser fikir û ramanên Rêbertî dijîn.”

Xedîca Îbrahîm jî got: "Rêber Apo roja 27`ê Sibatê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ragihand. Di vê çarçoveyê de PKK`ê xwe fesih kir, lê dewleta Tirk heyanî niha tu gav neavêtine, bi taybet azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nadin, ji ber ku Rêbertî xetere li ser berjewendiyên xwe dibînin. Rêber Abdullah Ocalan dikare hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike."

Ebîr El Yûnis anî ziman ku divê dewleta Tirk di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavan biavêjê û Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe.

(np)

ANHA