Jinên rojnameger ên bûn dengê têkoşîna Kurdan

Di dîroka gelê Kurd de gelek pêvajoyên girîng ên têkoşîna hebûnê hene. Jinên rojnameger ên wekî Rewşen Bedirxan, Sakîne Cansiz, Gurbetellî Ersoz, Zeyneb Erdem, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan û  Cîhan Bîlgîn di van pêvajoyan de rûyê rastiyê derxist holê û rê dan pêşiya herikîna pêvajoyê.

Jinên rojnameger ên bûn dengê têkoşîna Kurdan
21 nîsan, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN

Di dîroka gelê Kurd de pêvajoyên pir girîng ên têkoşînê hene. Rojnamegeriya kurdî jî di nava şert û mercên qirkirin, bişaftin û têkoşîna li hemberî van polîtîkayan de li ber xwe daye, bûye zimanê têkoşînê, di nava qedexeyan de gihaştiye roja îro. Jinên Kurd ên rojnameger jî di van pêvajoyan de bûne dengê jinên Kurd û gelê Kurd. Rêya têkoşînê dane pêşiya jinan û gelê Kurd. 

Piştî Peymana Lozanê (24 Tirmehê 1923) ku Kurdistan li 4 dewletên  Tirk, Ereb û Faris (Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriye) hat parçekirin, li her parçeyekî polîtîkayên qirkirina fîzîkî û bişaftinê hatin meşandin. Çand û zimanê kurdî jî di nava pençên qirkirinê de bû.

Bi boneya Roja Rojnamgeriya Kurdî (22 Nîsan) em ê balê bikişînin ser rola rojnamgerên Kurd di ragihandina dengê gelê xwe û parastina doza xwe de.

RÊWÎTIYA JI KOVARA HAWARÊ VE

Ji nava van pencan de kovara Hawar (15 Gulana 1932-1943) wek hawara gelê Kurd derket. Ev wek bilêvkirineke neteweyî bû. Her çendî beriya wê weşanên Kurdan hebûn jî lê cara yekemîn bi tîpên latînî weşan kir. Jina Kurd Rewşen Bedirxan jî di nava vê têkoşîna ziman û wêjeya kurdî de cih girt. Rewşen Bedirxan bi hevjînê xwe re hema tevahî xebatên Hawarê girtibû ser milê xwe. Erkên gerînendetî, qunciknîvîsî û edîtoriyê girtibû ser milê xwe. Di zayîna ziman û wêjeya kurdî de rêyeke dirêj û berfireh ji gelê Kurd re vekir.

DENGÊ TEVGERA NÛJEN

Di dîroka Kurdan de gava herî girîng û bi bandor avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê (27 Mijdar 1978) e. Bi PKK’ê re li Kurdistanê pêvajoyeke nûjen dest pê kir, piştî hilweşîna serhildanên parçeyî ku xwe dispartin malbat, eşîr û began, PKK wek partiyeke neteweyî ku xîtabî 4 parçeyên Kurdistanê dikir, derket holê. PKK’ê girîngiyeke mezin da xebatên çapemeniyê, hîn di salên destpêkê de Desteya Weşanên PKK’ê hat avakirin.

Yek ji jinên damezrîner a PKK’ê Sakîne Cansiz e û pêşenga tevgera azadiya jinê ye. Sakîne Cansiz jî di nava desteyê de cih girtiye, fikrê azadiya jinê û azadiya gelê Kurd gihandiye gel. Sakîne Cansiz di berxwedana Girtîgeha Amedê de vînek bû qet neşkest, ji hevrêyê xwe Mazlûm Doxan re di mercên herî zehmet ên êşkenceyê de jî Kovara Hawar derxist, dengê berxwedanê gihand gel. 

ROJNAMEGERA KU KOMKUJIYÊN TARÎ AŞKERA KIR

Dema têkoşîna gelê Kurd bi pêşengiya PKK’ê ji Bakurê Kurdistanê belavî tevahî Kurdistanê dibû, dewleta Tirk ji bo pêşî lê bigire di salên 1985-1995’î de dest bi şewitandina gundan, windakirina Kurdan û qedexekirina navê kurdî kiribû.

Di nava vê pêvajoya de bi pêşengiya rojnamegerên weke Gurbetellî Ersoz ev kiryar dihatin belgekirin û qirkirin dihatin aşkerakirin. Gurbetellî Ersoz di sala 1990’î de bi kovara 'Hedef' dest bi karê çapemeniyê dike û di dema xebata xwe de 10’ê Kanûna 1990’î de tê girtin. 15 rojan di bin êşkenceyê de dimîne, 2 salan li girtîgeha Meletiyê tê girtin. Piştî tê berdan carek din karê rojnamegeriyê berdewam dike û dibe gerînendeya giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê ku li Bakurê Kurdistsanê û Tirkiyeyê weşanê dike. Gurbetellî hem xebatê dike, hem jî bi dehan ciwanên Kurd di karê çapemeniyê de perwerde dike. Gurbetellî têkoşînê di qada çapemeniyê de bes nabîne û sala 1995’an beşdarî nava gerîlla dibe. Di 7’ê Cotmeha 1997’an de li herêma Başûrê Kurdistanê şehîd dibe.

LI HEMBER DAIŞ’Ê BÛN ZIMANÊ JINÊ

Yek ji pêvajoya girîng a têkoşîna gelê Kurd jî şerê li hemberî çekdarên DAIŞ’ê ye. DAIŞ’ê sala 2014’an bi piştgiriya hinek dewletên navneteweyî û dewleta Tirk xwest li tevahî Kurdistanê komkujiyan pêk bîne. Li Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê êrişên qirkirinê dan destpêkirin.

Jinên rojnameger Denîz Firat, Nûjiyan Erhan û Dilîşan Îbîş bi fedayiyane ji bo hovîtiya DAIŞ’ê û berxwedana gelê Kurd nîşanî tevahî cîhanê bikin berê xwe dan çeperan. Dema ku DAIŞ’ê hewl dida Başûrê Kurdistanê dagir bike, di sala 2014’an de Denîz Firat ji çeperên herî pêş agahî dida, komployên li dijî Kurdan aşkera dikir, heta kêliya dawî ya jiyana xwe (8’ê Tebaxa 2014’an) dengê berxwedana li çeperên Mexmûrê ragihand.

Nûjiyan Erhan jî heman wextê de li Şengalê hewldana Fermana 74’an a li dijî gelê Êzidî û jinên Êzidî, berxwedana Şengalê radigihan.

Denîz û Nûjiyanê jî hem xebat dimeşandin hem jî rêya ragihandina Azad li wan herêman vedikirin. Nûjiyan jî dema li ser karê xwe bû di 3’yê Adara 2017’an de li Şengalê şehîd ket. Dilîşan Îbîş jî ji Rojavayê Kurdistanê rizgarkirina jinan ji destê DAIŞ’ê belge dikir, cîhan dibû şahida berxwedaneke bêhempa. 12’ê Cotmeha 2017’an li Dêrazorê di dema şopandina nûçeya rizgariya gel de şehîd ket. 

LI HEMBER DEREWAN GOT: EM LI VIR IN

Sal 2024, komployên li ser gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dîsa ketibûn dewreyê. Dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî Şoreşa Rojava kirin. Şer li Minbic û Bendava Tişrînê giran bû. Dewleta Tirk bi çeteyên xwe, nûçeyên derew, tang, top û balafirên xwe êrişî gelê Rojava kir.

Li hemberî vê Cîhan Bîlgîn (ku li Ajansa Nûçeyan a Hawarê xebat dikir) bi hevrêyê xwe Nazim Daştan re berê xwe da Bendava Tişrînê. Cîhan Bîlgîn li ser bendavê got “Em li vir in” û maskeyê derew ê dewleta Tirk xiste xwarê. Piştî vê xebata wê ya fedayiyane gel herikî bendavê, gelê Kurd û dostên xwe rabûn ser pêyan û berxwedana Bendava Tişrînê hêz girt bû bi ser ket. 

Nûçegihana me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan dema erka xwe bi cih dianîn, 19'ê Kanûna 2024'an di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser erebeya wan de li ser rêya Bendava Tişrînê –Sirînê şehîd bûn.

Jinên me li jorê qala wan kir, ji hezaran jinên rojnameger re bûn îlham, pêşeng û cesaret. Îro li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê jinên rojnameger li ser rêya wan xebata rojnamegeriyê dimeşînin.

ANHA