Hûsiyan li Kendava Edenê 4 keştî hedef girtin

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serîi ragihand ku wan 4 keştî li Kendava Edenê hedef girtin; ji wan keştiyeke şer a Amerîkayê ye.

Hûsiyan li Kendava Edenê 4 keştî hedef girtin
10 nîsan, 2024   21:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Yehya Serîi destnîşan kir ku dê Hûsî, heta sekinandina êrişa li dijî Xezayê û rakirina dorpêçê, rê li ber derbasbûna kiştiyên Îsraîlê û yên girêdayî wê bigire û nehêle derbas be.

Berê jî CENTCOMˊê diyar kiribû ku moşkeke dijî keştiyan ku Hûsiyan ji herêmên Yemenê yên di bin kontrola wan de û ber bi Kendava Edenê avêtibûn, xist xwarê.

CENTCOM li ser Xˊê anîbû ziman ku ew moşek li dijî keştiya bi navê "Yorktown" a Amerîkayê ku ala Amerîkayê jî hildabû, hatibû avêtin.

(mh)