Hûsiyan êrişî balafirgeha Nejran û tesîseke Aramco kir

Hûsiyan ragihand ku, ji bo bersivdana binpêkirina qada hewayî ji hêla Erebistana Siûdî ve, wan 2 êrişên bi dronan li Balafirgeha Nejran û tesîseke Aramco ya Erebistana Siûdî kirine.

Hûsiyan êrişî balafirgeha Nejran û tesîseke Aramco kir
20 tebax, 2026   20:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê leşkerî yê koma Hûsiyan Yehya Serî îro ragihand ku 2 êrişên bi dronan li Balafirgeha Nejran û tesîseke aîdî şîrketa Aramco ya Siûdî li herêmê hedef girtine.

Serî daxuyand ku ji bo bersivdana binpêkirina qada hewayî ya parêzgeha Seede bi dronan, ev êriş pêk hat.

Heta niha tu daxuyaniyek fermî ya Siûdî li ser êrişa Hûsiyan nehatiye dayîn.

Duh, Hûsiyan ragihandibû ku 8 keştiyên petrolê yên Siûdî li Deryaya Sor, Kendava Eden û Deryaya Ereb ji 20’ê Tîrmehê ve hedef girtine.

(f)